دوو ستران بۆ رۆژئاڤا وەلاتی
١-
١-
نەورۆزا ئەڤسال
محەمەدعەلی یاسین
نەورۆزەکە لێ کەڕ و كڕ
هەورایێن من ژ دلێ پـڕ
هناڤ دسوژن ئاگر و گـڕ
چاڤ دناڵن، پڕی هێســر
ئامەد، مهاباد و هەولێر
چیـایـان گەشکرن ئاگر
دیلبەران دل ژ هەڤدوو بر
ئاگر، ئاگر، دیسان ئاگر
و ل قامشلو...
کەڕ و كڕ
دلێ
پـڕ
ئاگر و گـڕ
پڕی هێســر
ل قامشلو سەرما و سڕ
هێژ شەر و شڕ
و دیسان مە وەکو جاران
هەڤوەغەرێ خوە ژ بیر کر
ژ مێژ وەرە لڤان دران
مرۆڤاتی نەما و مر
٢٠-٠٣-٢٠١٢
Mihemed Elî Yasîn
Newrozeke lê kerr û kir
Hewariyên min ji dilê pir
Hinav di sojin agir û gir
Çav di nalin , pirî hêsir
Û dîsan me weku caran
Hevwexerê xwe ji bîr kir
Ji mêj were li van diran
Mirovatî nema û mir
Min Evîn Anîye
Newroza Evsal
Mihemed Elî Yasîn
Newrozeke lê kerr û kir
Hewariyên min ji dilê pir
Hinav di sojin agir û gir
Çav di nalin , pirî hêsir
Amed ,
Mihabad û Hevlêr
Çiyayan geş kirin agir
Çiyayan geş kirin agir
Dîlberan
dil ji hevdu bir
Agir , agir , dîsan agir
Agir , agir , dîsan agir
Û li Qamişlo…
Kerr û Kir
Dilê pir
Agir û gir
Pirî hêsir
Li Qamişlo serma û sir
Hêj şer û şir
Kerr û Kir
Dilê pir
Agir û gir
Pirî hêsir
Li Qamişlo serma û sir
Hêj şer û şir
Û dîsan me weku caran
Hevwexerê xwe ji bîr kir
Ji mêj were li van diran
Mirovatî nema û mir
٢ـ
پەیاما ڤینێ
شاهیا ڤینێ
مزگینیا ژینێ
دێ بۆ تە ئینم
تەڤ ئاوازێن تە
جوانی و نازێن تە
دێ ڤەژینم
بۆ وان چاڤێن تە
دەنگ و ناڤێن تە
ئەزێ ب ئەڤینم
خاکا پاکا تە
ژ داڤا دلرەشێن واری
ژ ناڤا شەڤرەشێن تاری
دێ دەرئینم
شورەهەکێ ژ ئازادیێ
شورەشەکێ ژ ئاشتیێ
ژ شونپیێن وان شەهیدان
دێ ئافرینم
بۆ چاڤێن تەیێن بەندەمایی
ئەلندەکێ بۆ داویا شەڤێ ئینم
ل قامشلو، ل حەسەکێ
ل حەلەبێ و ل دێرکێ
دێ ڤەگەریێم و کولانەکێ
ساخکەم ژ کەنیا تەڤ زارۆیێن ئێڤارەکێ
ئەزێ هاتم
وەکهەڤی و رۆناهی
من ژین لگەل خوە ئانیە
ئەزێ هاتم
ژیان، ئاشتی و شاهی
من ڤین لگەل خوە ئانیە
Min Evîn Anîye
Helbesta
:Mihemed Elî Yasîn
Şahîya vînê
Mizgînîya Jînê
Dê bo te înim
Tev awazên te
Ciwanî û nazên te
Dê vejînim
Bo wan çaven te
Deng û navên te
Ezê bi evînim
Xaka paka te
Ji dava dilreşên warî
Ji nava şevreşên tarî
Dê der înim
Şurehekê ji azadîyê
Şureşekê ji aştîyê
Ji şunpîyên wan şehîdan
Dê afirînim
Bo çavên teyên bendemayî
Elindekê bu dawîya şevê înim
Li Qamişlu, li Hesekê,
Li Helebê, li Dêrikê
Dê vegeryêm û kolanekê
Saxkem ji kenîya tev zaroyên
êvarekê
Ezê hatim
Wekhevî û runahî
Min Jîn li gel xwe anîye
Ezê hatim
Jîyan, aştî û şahî
Min vîn li gel xwe anîye
dast xwash lawk.. chiwana, Nawruz li ta piruz..
ReplyDeleteSopas heja. Li te ji piroz bit
Delete